Li Iraqê alozî di xwepêsandana ji bo elektrîkê de derket: Kusti û birîndar hene
PeyamaKurd – Li parêzgeha Mîsan û Besra, şeva borî di xwepêşandana ji bo elektrîkê de, alozî di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de derket. Di emcamê de, kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Demek e li parêzgehên Iraqê pirsa elektrîkê serî hilda ye û di pileya germe ya di ser 50î re, xelk bê elektrîkê ne û ji ber nebûna elektrîkê xelk xwepêşandanê dikin.
Çalakvanên Iraqî diyar kirine, şeva borî li herêma Qele Salhî ya ser bi Mîsanê alozî di navbera hêzên ewlehiyê û hemwelatiyan de derketiye û bi guleya hêzên ewlehiyê hemwelatiyê bi navê Seyid Sellah hatiye kuştin û 5 kes jî birîndar bûne.
Herwiha çalakvanên mafên mirova li Mîsanê ji Şefeqnewsê re axivîne û ragihandine, di encama aloziya di navber xwepêşanderan de hemwelatiyek hatiye kuştin û 5 kes jî birîndar bûne.
Herwiha ligor zanyariyan li parêzgeha Besrayê jî xelk ji ber nebûna ektrîkê derketine xwepêşandanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin