Li Iraqê, qezayeke dijwar çêbû: Gelek mirî hene
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarekî Îranî ve hat ragihandin ku li Iraqê, tanqêreke bi barê petrolê barkirî û otobuseke geştiyaran li hev qelibîne û di encama vê qezayê de gelek mirî û birîndar çêbûne.
Li gorî agahiyên hatin parvekirin, li parêzgeha Babilê yê Iraqê, li bajarê Şumê yê sînorê Îranê, tanqêra petrolê û otobusa ku geştiyarên Îranê dibir, li hev qelibîne û di encama vê qezayê de 11 kesan bi awayekî dijwar can dane. Li gorî agahiyên hatin dayîn, di vê qezayê de gelek birîndar jî çêbûne.
Di agahiyên hatin dayîn de hat zanîn ku gelek tîmên tenduristî û rizgariyê derbasî cihê qezayê bûne û ji bilî vê jî li cihê bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.
Di derbarê kesên ku canên xwe ji dest dane de hat ragihandin ku ew kes, heciyên Îranî bûne û ji bo ku li Necef û Kerbelayê yên Iraqê beşdarî merasîmên ji bo Hz. Huseyîn bibin, bi rê ketine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin