Li Îsraîlê, bi deh hezaran kes li dijî Netanyahu rabûn

15 January 2023 18:30 0 dîtin
Li Îsraîlê, bi deh hezaran kes li dijî Netanyahu rabûn

PeyamaKurd- Li ser pêşnûmeyeke dadwerî ya ku ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ve hatibû piştgirîkirin, nerazîbûn derket û 80 hezar kes daketin kolanan û plana darazê ya Netanyahu protesto kirin.

Li gorî agahiyên ji çapemeniya Îsraîlê hatin ragihandin, li Tel Avîvê 80 hezar kes li dijî guhertinên ku hikûmeta rastgir a Netanyahu li Îsraîlê plan dike, daketin kolanan. Hat diyarkirin ku polîs û xwepêşander, gelek caran li hember hev rabûne û hat ragihandin ku li Kudus û Hayfayê jî gelek kes li kolanan bûne.

Pêşnûmeya ku ji aliyê Binyamin Netanyahu ve hatibû piştgirîkirin, destûr dide ku biryarên Dadgeha Bilind a ji hêla Parlamanê ve bi piraniyek hêsan were betalkirin.

Hat diyakirin ku armanc ew e ku hikûmet bêyî ku xema betalkirina ji hêla Dadgeha Bilind ve bike, qanûnan derbas bikin.

Her wiha hat zanîn ku di heman demê de heger heye ku ev yek di biryarên Dadgeha Bilind li dijî niştecihên neqanûnî yên li Şerîa Rojava were bikaranîn da ku biryarê betal bike.

Li gorî xwepêşandêran jî ev pêşnûme êrîşa li dijî demokrasiyê ye û bi vê qanûnê tirs heye ku serxwebûna darazê kêm bibe, baweriya bi dadgehan kêm bibe, mafên kêmnetewan kêm bibe û gendelî zêde bibe.

Her çiqas rayedarên hikûmetê bibêjin ku ev pêşnûme dê ji bo vê armancê neyê bikaranîn jî xwepêşander dibêjin ku qanûn dikare ji bo bidawîkirina dadgehkirina gendeliyê ya berdewam a Netanyahu were bikaranîn.