Li Îstenbolê di encama Lodosê de 2 kes mirin û 9 kes birîndar bûn

29 November 2021 18:07 0 dîtin
Li Îstenbolê di encama Lodosê de 2 kes mirin û 9 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Tirkiyê Îstenbolê ji ber Lodosê li gelek ciyan sacên ser avahiyan firiyan, heya niha 2 kes mirin û 9 kes birîndar bûn. Li Îstenbolê Lodosê do destpêkir û îro şiddeta xwe zêdetir kir.

Li gelek ciyan sacên li ser avahiyan firiyan û bûn sedema mirin û birîndariya xelkê. Li Îstenbolê ji ber  Lodosê, leza bayê di sietê de ji 100 km yan derbas bûye.