Li Kenyayê agir bi dibistanê ket: 17 xwendekaran can dan 14 jî birîndar bûn

06 September 2024 14:38 0 dîtin
Li Kenyayê agir bi dibistanê ket: 17 xwendekaran can dan 14 jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Li Kenyayê di encama agirpêketina dibistanekê de herî kêm 17 xwendekaran canê xwe ji dest dan û 14 xwendekar jî birîndar bûn.

Berdevka Polêsê Kenyayê Nairobi Resila Onyangoyê ragihand ku agir bi dibistaneke herêma Nyeri ya 150 kîlometreyan dûrî paytext Nairobiyê ye ketiye û di encamê de 17 xwendekaran canê xwe ji dest dane û 14 xwendekar jî birîndar bûne.

Resila Onyangoyê destnîşan kir ku xwendekarên birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Onyangoyê anî ziman ku neha niha sedemê derketina agir nehatiye zelalkirin û da zanîn ku di derbarê karesatê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li Kenyayê di 2017an de jî agir bi dibistanekê ketibû û 9 xwendekaran canê xwe ji dest dabûn.