Li Kerkûkê 100 hezar xwendekaran bi 'Ey Reqîb' dest bi perwerdeya Kurdî kir

22 September 2024 11:29 0 dîtin
Li Kerkûkê 100 hezar xwendekaran bi 'Ey Reqîb' dest bi perwerdeya Kurdî kir

PeyamaKurd - Li Kerkûk û parêzgehên din ên Iraqê îro 22yê Îlonê, sala nû ya perwerdehiyê ya 2024-2025 dest pê kir. Xwendekarên Kurd îrol Kerkûkê bi siruda Ey Reqîb dest bi perwerdeyê kirin.

Hate ragihandin ku li Kerkûkê îsal 100 hezar xwendekar li dibistên Kurdî beşdarî perwerdeya Kurdî dibin.

10 hezar xwendekar yên sala yekem in

Rêveberê Perwerdeya Kurdî li Parêzgeha Kerkûkê Kameran Elî ji medya Kurdistanê re eşkere kir, îsal ji wan 100 hezar xwendekarên ku beşdarî perwerdeya Kurdî bûne, 10 hezar xwendekar yên sala yekem in.

Mûçeyên mamoste û karmendên dibistanên Kurdî Herêma Kurdistanê dide

Hêjayî gotinê ye, li parêzgeha Kerkûkê 555 dibistan û baxçeyên zarokan hene ku girêdayî Rêveberiya Perwerdeya Kurdî ne û zêdetirî 8 hezar mamoste û karmend jî girêdayî rêveberiyê ne ku mûçeyên wan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê dayîn.