Li Kerkûkê hêzeke ewlehiyê bi ser malên Kurdan de girt

25 December 2019 13:35 0 dîtin
Li Kerkûkê hêzeke ewlehiyê bi ser malên Kurdan de girt

PeyamaKurd  Îro li Kerkûkê hêzeke ewlehiyê bi hinceta kontrola malan, avête ser taxeke kurdan a Derwaze û vê yekê tirs di li cem hemwelatiyan çêkir.

Li gorî zanyariyên berdest, îro Çarşemê 25.12.2019ê çekdarên lîwa ya 61ê ya ser bi hikûmeta Iraqê ve, bi hinceta kontrolê avêtin ser hejmarek mezin a malên taxa Derwaze ya kurdan li bajarê Kerkûkê û bû sedem ku di hemwelatiyan de tirs çêbibe.

Herwiha hat zanîn ku awayê kontrole û biserdegirtina malan şêniyên taxê nîgeran kir.

Ev demeke hêzên çekdar ên hatine sepandin li ser Kerkûkê bi hincetên cuda ve davêjin ser taxên kurdan û vê yekê di malbatên kurd de nerihetî çêkiriye û gelek caran jî fişaran dikin ku kurd mal û milkên xwe bifroşin û ji Kerkûkê derkevin.