Li kolana herî qelebalix a Hewlêrê sewat derket!
PeyamaKurd – Li cadeya herî qelebalix a Hewlêrê ya 60 Metreyî, doh êvarê şewateke mezin li sûka ku aksesûarên otomobîlan tê firotin derket. Hat hînbûn ku îtfaiyeyê agir girte bin kontrolê û xebatên sarkirinê dewam dikin.
Şeva borî di derdora seat 21.40an de li sûka ku li cadeya 60 Metreyî tê firotin aksesûarên otomobîlan şewat derket û heta niha sedema şewatê nehatiye zanîn. Şewat di demeke kin de mezin bû û li gelek dikandaran belav bû.
Ekîbên agirkujiyê û ekîbên berevaniya sivîl ji bo kontrolkirina agir hewil dan û di dema bersivdayîna agir de xebatkarek berevaniya sivîl birîndar bû.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên berevaniya sivîl hatin hildan, agir di demeke kin da mezin bû û ji ber malzemeyên di dikanan da ji madeyên ku bi hêsanî şewat çêdibin, kontrolkirina agir zehmet bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin