Li komara Adygea ya Rûsyayê kûrseke fêrkirina zimanê Kurdî hat vekirin

15 March 2021 11:59 0 dîtin
Li komara Adygea ya Rûsyayê kûrseke fêrkirina zimanê Kurdî hat vekirin

PeyamaKurd – Bi piştevaniya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ji bo 118emîn jidayikbûna Mela Mistefa Barzanî, ji aliyê rêxistina Arya li bajarê Sîlo Bîlo yê komara Adygea ya Federal ya Rûsyayê, kûrseke fêrkirina zimanê Kurdî bo zarokên herêmê hat vekirin.

Li gor Serokê Rêxistina Arya Ezîz Şamîlov ji K24ê re diyar kiriye: "Ji bo pîrozkirina rojbûna rêberê ruhî yê Kurd Mistefa Barzanî, me dest bi kûrseke hînkirina zimanê Kurdî ji zarokên Sîlo Bîlo re kir."

Şamîlov da zanîn: "Ji ber ku zarokên Kurd li dayîngeh, dibistan û derveyî malê bi zimanê Rûsî diaxivin, asta zimanê Kurdî yê zarokan ne wek em dixwazin e û eger ji niha û pê ve xema wê yekê neyê xwarin, wê neviyên me zimanê xwe yê dayikê ji bîr bikin. Ji ber vê yekê, em bi alîkarî û piştgîriya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, her roja Şemî û Yekşemê, waneyên zimanê Kurdî, Dîroka Kurdî û Erdnîgariya Kurdistanê fêrî zarokan dikin ji bo em zimanê xwe yê dayîkê û mayîna me di nava neteweyên biyanî de biparêzin."

Şamîlov destnîşan kir: "Ji ber nebûna cihekî guncaw û kêmbûna karînên madî, kêrs tenê şiyana wê heye ku 20 xwendekar tê de bin. Mixabin ji ber nebûna cihekî guncaw, em nikarin zêdetir xwendekaran wergirin, ji ber pirsgirêkên madî hîn jî cihekî me yê guncaw tune ye ji hejmarke zêdetir ji van kursan sûdê werbigirin."

Herwiha Şamîlov herî dawî got: "Di dema pêş de em ê komeke werzîşê ava bikin, ji bo zarok û ciwanên Kurd ji bilî xwendinê werzişê jî bikin, da ku tenduristiyeke baş ji zarokên xwe re peyda bikin."