Li Komara Çekê 2 jin hatin kêrkirin

21 February 2025 15:21 0 dîtin
Li Komara Çekê 2 jin hatin kêrkirin

PeyamaKurd – Çapemeniya Çekî ragihand ku li Komara Çekê ciwanekî (16) di navendekî bazarê de bi kêrê 2 jin kuştin û piştre jî hat girtin.

Hat ragihandin bûyer li bajarê Hradec Kraloveyê ya 100 kîlometreyan li rojhilatê paytext Pragê pêk hat û ew 2 jinên bi kêrê hatine kuştin jî di wê bazarê de kar dikirin.

Derbarê bûyerê de Berdevkê Polîsê Herêma Hradec Kraloveyê, Iva Kormosovayê ragehand ku tometbar piştî bûyerê bi 10 deqîqeyan li kîlometreyekî nêzîkî cîhê bûyerê hatiye girtin.

Her du jinên bi kêrê êrîş li wan hat kirin, destpêkê giran birîndar bûn, lê piştre bi daxuyaniya polîsan hat ragihandin ku her du jinan jî canê xwe ji dest daye.

Heta niha derbarê sedemê wê êrîşê de tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn û tometbar hatiye girtin û di bin kontrola polîs de ye.

Nehat zanîn bê êrîşeke terorîstî bû yan bûyereke edlî.