Li Konsûlxaneya Swêdê ya Îzmîrê êrîsa çekdarî: Jinek bi giranî birîndar bû
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro sêşemê danê êvarê êrîşeke bi çekan li Konsulxaneya Swêdê ya bajarê Îzmîr ê Tirkiyê hate kirin ku di encama êrîşê de jineke tirk a xebatkara konsulxaneyê bi giranî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan êrîş ji aliyê welatiyekî sûriyeyî ve li beşa vîzeyan hatiye kirin.
Parêzgariya Îzmîrê piştî êrîşê ragihand ku bûyer îro li demjimêr 12:45 xulekan rû daye û êrîşkarê bi navê Z.O tevî çeka xwe hatiye desteserkirin. Jina bi navê E.T ku hatiye birîndarkirin jî bo nexweşxaneya Tepecik a Îzmîrê hatiye veguhestin.
Herwiha parêzgariyê daye xuyakirin ku lêkolînên ser bûyerê hatine destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin