Li Korbenda Astî û Asayisa Rojhilata Navîn îro jî çend panel birêve diçin
PeyamaKurd – Li Duhokê, Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berdewam e û îro çend panel birêve diçin.
Beşdarbûyên korbendê, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çend panelan de guftûgoyan li ser rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û Rojhilata Navîn bi giştî dikin.
Di panela yekem a bi navnîşana Geşepêdan li Kurdistana Iraqê de, her yek ji Şêwirmendê Bilind ê Emmar Hekîm Dr. Mihemed Razî, Cîgirê Rêveberê Tîma Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed, Lêkolînera li Navenda Mihemed Bin Raşid Dr. Selma Rîfas, Rêveberê Giştî yê UGov Stephen Shakespeare û endamê berê yê Encûmena Giştî ya Brîtanya Lord Frances Mode birêve diçe. Panel jî ji aliyê Dr. Karin Yong tê birêvebirin.
Di roja duyem a Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn a li Zanîngeha Amerîkî – Kurdistanê, 3 panelên din tên lidarxistin û tê de hejmarek ji akademîsyen, dîplomatkar û lêkonînerên Kurd, Ereb û biyanî guftûgoyan dikin.
Herwiha Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Duhokê, bi gotareke Dr. Huner Îsa yê ji Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê, bi dawî dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin