Li Koreya Basûr bi kêrê êrîs birin ser rêberê sereke yê muxalefetê
PeyamaKurd – Serokê muxalefeta sereke ya Partiya Demokrat a Koreya Başûr Lee Jae-myung, dema ku diçû înşaetekê ji stûyê xwe ve hate derbkirin.
Li gorî ajansa Yonhap a Koreya Başûr, bûyer danê sibê dema ku Lee li girava Gadeok a Busanê diçû înşaatek pêk hat.
Dema ku wî pirsên endamên çapemeniyê bersivand, êrîşkar bi hinceta ku autografê digire nêzî Lee dibe û bi amûra birîn a di destê wî de ji stûyê wî birîndar dibe.
Êrîşkarê ku hat ragihandin mêr e li cihê bûyerê hatiye girtin, derbarê nasname û danasîna wî de hîn agahiyên berfireh nehatine dayîn.
Piştî êrîşê Lee yê ku ji stûyê wî xwîn jê diherikî û hişê wî vekirî bû ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.
Berdevkê Serokomariyê Kim Soo-kyung diyar kir ku Serokomar Yoon Suk Yeol talîmat da ku Lee piştî bûyerê bi lez rakin nexweşxaneyê û bê dermankirin û li ser êrîşê lêkolîn bikin û rastiyan diyar bikin.
Kim diyar kir, Yoon tekez kir ku êrîşeke bi vî rengî di bin tu şert û mercan de nayê qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin