Li Kurdistanê hilberîna berhemên xwemalî bi rêjeyeke cidî zêde bûye
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê bi hewldanên hikûmetê di sektora çandiniyê û pîşesaziyê de pêşveçûneke berçav derket holê.
Hat ragihandin ku di demên dawî de, hilberîna berhemên xwemalî bi taybetî di warê çandiniyê de zêde bûye û ji bo teywîqkirina çandiniyê hikûmeta Kurdistanê bi awayekî piralî kar dike.
Berdevkê Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Kurdistanê Hesen Heme Kerîm ragihand, wan bi zêdekirina baca li ser berhemên ji derve tên û qedexekirina wan hiştiye ku hilberandina berhemên xwemalî zêde bibe û serkeftinek di vî warî de bi dest xistine.
Hêjayî bibîrxistinê ye, tevî vê serkeftina herêma Kurdistanê jî li Iraqê hilberîna berhemên xwemalî bi awayekî cîdî kêm bûye û li gorî rapora Banka Cîhanî di salekê de ji sedî 9,5 rêjeya hilberandinê ketiye.
Li Herêma Kurdistanê bi projeyên nû yê hikûmetê, di sala 2020an de zêdetirî 12 Silo hatine çêkirin û projeyên avakirina 11 herêmên pîşesaziyê hatine destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin