Li Kurdistanê yekem Festîvala Fîlman 'Co-Online’ tê lidarxistin
PeyamaKurd – Bi sedema koronavîrusê wekî gelek welatên cîhanê li Kurdistanê jî êdî xebat û çalakiyên çandî-hunerî vedigerin ser înternetê.
Li Herêma Kurdistanê cara yekem festîvaleke fîlman bi navê "Festîvala Fîlman a Kurdistan Co-Online’ tê lidarxistin.
Hat zanîn ku amadekariyên festîvalê ji 23yê Nîsanê ve dest pê kirine û dê derhêner bi gelek cure û mijarên cuda yên fîlman heta 25ê Gulanê bikarin serlêdana beşdariya festîvalê bikin.
Pîvanên Festîvala Fîlman a Co-Online wiha hatine diyarkirin:
- Fîlmê ku serlêdana festîvalê bike, pêwîste piraniya fîlm ji beşek çar parçeyên Kurdistanê derbas bûbe, yan jî derhêner û lîstikvanên sereke ji beşeke Kurdistanê bin.
- Divê fîlm bi formata Mp4 û herî kêm bi kalîteya 1080 a dîmenan be. Kurtefîlm divê ne zêdeyî 30 xulekan bin.
- Serlêdana bo festîvalê 25ê Gulana 2020an bidawî dibe.
Berpirsê festîvalê ragihandine ku derhêner, rexnegir û her kesên bixwazin proseya Festîvala Fîlman a Co-Online bişopînin, divê serdana malpera wan bikin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku wê di çarçoveya festîvalê de gelek bername û çalakiyên taybet ên sînemayê bi awayekî online werin lidarxistin.
Biryare di gelek warên sînemageriyê de xelat bo fîlmên beşdar bên dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin