Li Lîbyayê pirsgirêka Banka Navendî çareser bû û hilberîna petrolê car din destpêkir

08 October 2024 22:39 0 dîtin
Li Lîbyayê pirsgirêka Banka Navendî çareser bû û hilberîna petrolê car din destpêkir

PeyamaKurd – Bi navbeynkariya Neteweyên Yekgirtî pirsgirêka banka navendî li Lîbyayê çareser bû, sehayên petrolê vebûn û hilberîna petrolê zêde bû. NOC, ragihand ku hilberîna gazê û petrolê gihaye asta berê.

Rêxistina Petrolê ya Netewî ya Lîbyayê (NOC) ragihand ku sedem ji holê rabûn, hilberîna gazê rojane 206 hezar û 66 varêle. Hilberîna petrola xam jî, rojane 1 milyon û 133 hezar varêle.

NOC, ragihand ku piştî krîza banka navendî hilberîna petrolê daketibû 591 hezar varêlî.