Li Lîbyayê yekem car ji kompaniyên taybet re mafê veberhênana hilberîna petrolê hate dayîn
PeyamaKurd – Li Lîbyayê di dîroka welêt de cara ewil derfet hat dayîn ku şirketên taybet ên herêmî di hilberîna neftê da veberhênan bikin.
Di derbarê mijarê de ji aliyê Kompaniya Petrolê ya Neteweyî ya Lîbyayê (NOC) ve daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniye da hat gotin, Lijneya Revebiriya NOCye di çarçoveya stratejiya "ji zedekirina hilberina nefte û peşxistina zeviyen petrolê yen piçûk" de bang li kompaniyen taybet ên Libyaye kir ku li van qadan veberhênan bikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ji bo wergirtina pêşniyarên veberhênanê wê îhale bê vekirin û piştî nirxandina teknîkî ya pêşniyaran wê ji bo erêkirinê ji NOC re bê şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin