Li Licêya Diyarbekirê bi hezaran ajal sewitîn
PeyamaKurd - Li navçeya Licê ya Diyarbekirê, piştî agir bi daristanê ket û ji ber ev çend roj in nehat vemirandin, bi rojan e daristan dişewite. Di encama şewata daristanê de, diyar bû ku bi hezaran ajal şewitîn û mirin.
Li navçeya Licê ya Diyarbekira Bakurê Kurdistanê, di roja 28.07.2020an de li daristanan ji ber operasyonên leşkerî şewat derket. Lê ji bo vemirandina êgir hewldan nehatin kirin û agir zevîyên gundîyan jî şewitand.
Welatîyên gundên Derxust, Sisê, Cinezûr, Cimar û Henyatê bi derfetên xwe agir vemirandin û piştî encama vemirandinê, dîtin ku bi hezaran ajal ji ber êgir mirine. Li gor zanyariyan, gelek ajal jî ji ber şewatê ji herêmê koç kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin