Li Lubnanê di êrîsa dronî de fermandarê Hîzbûllahê hat kustin
PeyamaKurd – Piştî êrîşa Amerîkayê ya ser Bexdayê ku tê de fermandarê Hîzbûllaha Iraqê Abû Baqir es-Saadî hat kuştin, li Lubnanê jî êrîşekî weka Iraqê pêk hat û di êrîşê de otomobîlekî kirin hedef. Di nav otomobîlê de 3 kes hatin kuştin ku li gor çapemeniya Lubnanê; di êrîşê de fermandarê Hîzbûllaha Lubnanê Abbas el Dabs hatiye kuştin.
Êrîşa Lubnanê, li başûrê wê li navça Nabatiehê bi dronê hat kirin. Hat ragihandin ku êrîşa dronî ji aliyê artêşa Îsraîlê de hat kirin. Fermandarê Hîzbûllahê Abbas el Dabs di avakirina sîstema hewayî ya Sûriyê de ku Îran ava dike, cîh sitendiye an ku endazyarekî wan yê li pêşe.
Li Bexda ya Iraqê jî li taxa Mestelê Amerîka bi dronê êrîş biribû ser otomobîla mîlîsan û di êrîşê de fermandarê Ketaib Hizbullahê ( Tûgayên Hizbullahê) Ebû Baqir es-Saadi hatibû kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin