Li Mêrdînê alozî: Namzeta Hemsaredariya Mêrdînê rakirin nexwesxaneyê
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Mêrdînê di dema dengdanê de di navbera berpirs û alîgirên DEM Partî û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê de alozî derketiye û di encama vê aloziyê de ji ber ku hêzên ewlehiyê gaza îsotê bi kar anîne, Namzeta Hevşarederiya Bajarê Mezin a Merdînê Devrîm Demîr, bi jehrê ketiye û ew rakirine nexweşxaneyê.
Li gor zanyariyan, dema ku Devrîm Demîr û rayedarên din ên DEM Partiyê xwestine li Dibistana Seretayî ya Ataturk a navçeya Mehsertê ya Mêrdînê sandoqa dengdanê kontrol bikin, alozî derketiye.
Hate ragihandin ku di encama aloziya ku hêzên ewlehiyê gaza îsotê bi kar anîne û Devrîm Demîr li erdê ketiye.
Li gor agahiyan Namzeda Hemşaredariya Mêrdînê Devrîm Demîr rakirine nexweşxaneyê.
Hate ragihandin ku di encama aloziyê de hin berpirsên DEM Partî û welatiyên MêrdînÎ jî di bin bandora gaza bîberê de bi jehrî bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin