Li Manisayê di operasyona PKK/KCK ê 10 kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Manisayê bi sedema PKK/KCK ê operasyon hatkirin û deh kes hatin binçavkirin. Din av binçavkiriyan de serokê HDP ê yê şaxa navça Turgutluyê Mesut Hayri Bökü û hevserka partiyê Naile Gümüştaş heye.
Operasyon ji aliyê rêvebiriya asayîşa Manisayê beşa TEM ê de li navçên Şehzadeler, Yunusemre û Turgutlu, di heman wextê de hatin kirin. Sûcên ku bi aliyê gumanbaran de didin; “propogandeya rêxistina terorê”, “pesindayîna sûc û sûcdaran” hene. Kesên hatine binçavkirin; Mesut Hayri, Naile Gümüştaş, M.A.D., A.T., C.A., M.C.A., M.H., N.T., V.E. û ji Rojava H.K. ne.
Lêpirsîna kesên binçavkirî li rêvebiriya asayîşa Manisayê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin