Li Meletiyê erdhejek çêbû: Li gelek bajaran hat hîskirin
PeyamaKurd - Li gorî zanyariyên AFADê duh bi şev saet li dora 02.00yan li navçeya Meletî ya bi navê Keleyê,bi dijwariya 4.9an erdhejek rûda. Ew erdhej li gelek bajarên bakurê Kurdistanê hat hîskirin
Navenda erdhejê wekî Kele ya ser bi Meletiyê hat eşkerekirin û hat diyarkirin ku erdhej 10.4 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.
Ji ber tirsê erdhejê û ruxandina malan, welatî demekê neketin malên xwe û tevî keşûhewaya sar bi şev li derve man.
Waliyê bajarê Meletiyê derbarê buyerê de daxuyaniyek da û ragihand ku ti ziyanên mirovî çênebûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin