Li Mêrdînê bo 15 rojan çalaki hatin qedexekirin

20 August 2021 00:26 0 dîtin
Li Mêrdînê bo 15 rojan çalaki hatin qedexekirin

PeyamaKurd – Parêzgeha Mêrdînê ragihand ku bo 15 rojan li bajêr civînên giştî, meş û xwepêşandan hatin qedexekirin. Parêzgeh weka sedem “çêkirina tevliheviyê li seranserê welat” û “di navbera grûbên fikrên wan li dijî hev” de, derxistina aloziyê, nîşan da.

Qedexe ji roja 20 ê tebaxê de, siet di 00.01 ê de destpêdike û heya 03.09.2021 ê siet 24.00 ê dewam dike.