Li Mêrdînê karkerekî Sûriyeyî ket valahiya asansorê û can da

21 August 2021 11:28 0 dîtin
Li Mêrdînê karkerekî Sûriyeyî ket valahiya asansorê û can da

PeyamaKurd Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, karkerekî Sûriyeyî ket valahiya asansora înşaetekê û di encamê de can da. 

Li Taxa Yenîkent a navçeya Qoserê ya Mêrdînê, karkerê ji Sûriyeyê Şerîf Henderî yê di înşaetê de dixebitî, ket valahiya asansorê. Hevalên wî derbarê bûyerê de agahî dan, ekîbên tenduristî û polîsan. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, destnîşan kirin ku Henderî can daye. 

Piştî bûyerê, cenazeyê Henderî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.