Li Mûsîlê di qezayeka ferîbotê da bi kêmanî 40 kesî canê xwe ji dest da

21 March 2019 18:58 0 dîtin
Li Mûsîlê di qezayeka ferîbotê da bi kêmanî 40 kesî canê xwe ji dest da

PeyamaKurd - Li ser çemê Dîcleyê li herêma Mûsîlê ferîboteke rêwîyan walgerîya û bi kêmanî 40 kesî jîyana xwe ji des da.

Li gorî ajanasa nûçeyan a Reutersê, li parêzgeha Iraqê Mûsilê ferîboteke rêwîyan noqî çemî Dîcleyê bû. Piranîya wan jin û zarok herî kêm 40 kesî jîyana xwe ji dest da.

Serokê Daîreya Parastina Sivîlan li Musîlê Husam Xelîl ragihand ku li herêmê xebatên rizgarikirinê destpê kirine û heta niha 12 kes hatine rizgarkirin.

AFPê ragihand ku hejmara mirîyan derketîye 54'an û 28 kes jî winda ne..

Serokwezîrê Îraqê Adil Evdilmehdî jî dîyar kir k udi bûyera diltezîn da bi kêanî 60 kes mirine.

Ji alîyê din ve Wezîrê Tendirustî yê Iraqê Ela Elwan ji medya Kurdistanê ra ragihand ku hejmara qurbaniyên ku di nav avê da nêzîkî 60 kesî jîyana xwe ji dest dane û heta niha 66 kes hatine rizgarkirin. Ela Elwan eşkere kir ku xebatên rizgarkirinê berdewam in.