Li nav Gola Wanê erdhejeke bihêz çêbû
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 12ê Cotmehê li nava Gola Wanê navçeya Tûşbayê erdhejeke bihêz çêbû.
Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan (AFAD) ragihand ku erdhej li demjimêr 14:04 li sînorê Tuşbayê li nav Gola Wanê rû daye û hêza wê 4,7 pile bûye.
Herwiha hate diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyan bin erdê de çêbûye.
Piştî erdhejê dîmenên hejînê li ser medya civakî hatin belavkirin ku bûne sedema tirsê di nav xelkê de. Derbarê erdhejê de agahiyên ti ziyanan nehatine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin