Li navça Dîgorê rojkî navberê dan perwerdê

22 February 2023 02:15 0 dîtin
Li navça Dîgorê rojkî navberê dan perwerdê

PeyamaKurd – Li navça Dîgorê ya bi ser bajarê Qersê bi sedema zêde berf bariya, qeymeqamiya Dîgorê dibistanan ji bo rojekî kirin tatîl. Qeymeqamiya Dîgorê, fermanê bi nivîskî weha ragihand:

“Bi sedema zêde berf bariyaye û şertên hewayî nebaşin, li temamêm dibistanên navçê û gundan, dibistanên fermî û taybet, yên rehabilitasyonê di nav wan de ji bo roja 22 ê sibatê hatine tatîlkirin.”