Li navça Erxeniyê êrîsa çekdarî: 1 kustî û 1 birîndar

24 February 2023 22:55 0 dîtin
Li navça Erxeniyê êrîsa çekdarî: 1 kustî û 1 birîndar

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li navça Erxeniyê li taxa Adnan Menderesê bav û kur yên bi navên M.T. û A.T. bûn, di wexta dimeşiyan bi kesê bi navê F.A. re leqayê hev bûn û ji ber navbera wan nexweş bû, F.A bi sîlih li bav û kur xist. Bav û kur birîndar bûn û polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Tîmên 112 ê A.T. birin nexweşxanê ji bo dermankirinê lê jiyana xwe ji dest da.

Niha polîs bi pey êrîşker ketiye da wî desteser bike.