Li navça Goksûn a Marasê erdhej çêbû
PeyamaKurd – Li gor ragihandina rêxistina AFADê li bajarê Maraşê li navça Goksûnê bi dereca 4.0 erdhej çêbû. Erdhej seet di 22.59an de, di bin erdê de di kûrahiya 7.17 km yan de çêbû.
Rasatxana Kandiliyê jî dereca erdhejê 3.9 ragihand û got ku erdhej 5 km di bin erdê de çêbûye.
Di encama erdhejê de zerar û ziyanekî nehat ragihandin lê navça Goksûnê jîngeha herî ku erdhej lê çêdibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin