Li navça Mehsertê (Ömerli) ya bi ser Mêrdînê qeza zencîre çêbû: 6 birîndar

04 January 2025 21:14 0 dîtin
Li navça Mehsertê (Ömerli) ya bi ser Mêrdînê qeza zencîre çêbû: 6 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Mehsertê (Ömerli) qeza trafîkê ya zencîre çêbû û di encamê de 6 kes birîndar bûn. Di nav birîndaran de yek jê zarok e. Sedema qezayê tê vekolîn.

Di qezayê de kesên birîndar bûne; Nurullah Ş. (21), Ömer S. (22), Necla Ü. (38), Uğur Ü. (43), Irmak Ç. (2) û Ramazan Ö. (62) ne.

Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên bajêr. Ji birîndaran rewşa Ramazan Ö. baş nîne û li nexweşxana dewletê ya Mehsertê (Ömerli) tê dermankirin.