Li navça Palo ya Xerpêtê ji gazê bi jehrê ketin: 1 mirî û 2 birîndar

21 September 2024 18:28 0 dîtin
Li navça Palo ya Xerpêtê ji gazê bi jehrê ketin: 1 mirî û 2 birîndar

PeyamaKurd -  Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li navça Paloyê, ji ber gazê (karbonmonoksît) bi jehrê ketin, 1 kes mir û 2 kes jî birîndar bûn. Şîrketa gazê ragihand ku bûyer bi sedema tadilatê çêbûye. Şîrketa xazê weha got:

“Li gor lêkolîna me, berya agahiyê bidin me di şebeka gazê de tadîlat kirine, balkonê girtine û lûla xazê ya divê li derve bimîne, di nav xanî de hiştine. Bi xemgînî me bihîst ku di encama jehra xaza karbononoksîtê de, ji heman malbatê kesekî miriye û 2 kes birîndar bûne.

Li ser dana agahiyan, tîmên me yekser gihane ciyê bûyerê, dîtine ku bê haya me bibe, di xanî de guherînê kirine, lûla kombiyê ya ku diviya li derve bimîne, din av xanî de hiştine.

Ji bo bûyerekî weha nebe, em weka şîrketa xazê, divê ji bilî agahiya me kes tiştên weha neke, kesên ne ehlê kar be, destê xwe nede şebeka gazê û di her karekî weha de divê şîrketa me agahdar bikin.

Ji bo kesê jiyana xwe ji dest daye sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin û rehma Xwedê lê be.”