Li navça Sûrê ya Amedê 2 kes giran birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Amedê li navça Sûrê dema du grûb bi çekan li hev xistin, di bûyerê de kesekî giran birîndar bû. Jineka di ciyê bûyerê de derbas dibû û di hemêza wê de zaroka wê hebû, zaroka wê jî giran birîndar bû.
Bûyer, ber destê êvarê li navça Sûrê li taxa Hasırlıyê çêbû. Sedema pevçûnê nehat zanîn. Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxana Zankoya Dîcle ya Amedê. Jiyana zarokê di talûkê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin