Li navendeke leskerî ya Artêsa Îranê teqînek çêbû

27 May 2022 13:59 0 dîtin
Li navendeke leskerî ya Artêsa Îranê teqînek çêbû

PeyamaKurd – Li navendeke leşkerî ya Artêşa Îranê teqînek çêbû û di encamê de herî kêm pisporekî leşkerî yê Îranê can daye.

Li gor zanyariyan, li herêma Parçîn a li başûrê rojhilatê paytexta Îranê Tehranê di tesîseke leşkerî ya ku hin welatên rojavayî dibêjin "derbarê bernameya çekên nukleerî yên Îranê ye" de ye, di encama teqînekê de pisporekî leşkerî yê Îranê can da.

Herwiha li ser sedema teqînê tu daxuyaniyeke fermî nehat dayîn, lê hat îdiakirin ku teqîn a sabotajê, êrîşa sîberî an jî êrîşa bi dronan hatiye kirin.

Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê ji çavkaniyeke di nava bûyerê de destnîşan kiriye, teqîn êvara Çarşemê li yek ji kargehên Parçîn li herêma pîşesazî pêk hatiye.

Wezareta Berevaniyê ya Îranê diyar kiriye, qeza li yek ji navendên lêkolînê yên girêdayî wezaretê qewimiye.

Hat zanîn di encama teqînê de endezyarê bi navê Ehsan Kad Beygî can daye û endezyarek jî birîndar bûye.