Li Ormiyê di qezayan de 6 kes mirin û 4 kes birîndar bûn

07 September 2023 23:10 0 dîtin
Li Ormiyê di qezayan de 6 kes mirin û 4 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Ormiyê di 2 qezayan de 6 kes mirin û 4 kes birîndar bûn.

Yek ji wan li ser rêya Tikab-Feyzava û ya dinê li ser rêya Mahabad-Urmiye çêbû. Rêvebirê Heyva Sor ya Ormiyê Hemid Mehbubi, ragihand ku do êvarê li ser rêya Tikab-Feyzava 3 otomobîl li hev ketine.

Mehbubi gotiye ku di qeza dinê de jî otomobîlekî û TIRekî li hev ketine. Di encama her dû qezayan de 6 kes mirine û 4 kes birîndar bûne. Birîndaran ji bo dermankirinê birine nexweşxanan.