Li Pakistanê êrîsê rêvebiriya lîmanê kirin: 2 lesker û 8 êrîsker mirin

20 March 2024 23:27 0 dîtin
Li Pakistanê êrîsê rêvebiriya lîmanê kirin: 2 lesker û 8 êrîsker mirin

PeyamaKurd – Li gor rojnama Dawnê ya Pakistanê; artêşa Pakistanê beşa têkiliyên bi gel re (ISPR) ragihand ku kesên çekdar xwestine bikevin rêvebiriya lîmanekî û di navbera leşker û çekdaran de şer derket. Di encamê de 2 leşker û 8 çekdarên êrîşker mirin.

Li gor artêşa Pakistanê; bûyer li eyaleta Belûcistanê li rêvebiriya lîmana Gwadarê çêbûye. Êrîşker bi temamî 8 kes bûne.

Artêşa Rizgariya Belûcistanê (BLA) di medya cîh de ragihandiye ku êrîş ji aliyê wan de hatiye kirin. BLA, di sala 2000an de hatiye avakirin û dixwaze welatê Belûcistanê ji Pakistanê veqete û bibe dewletekî serbixwe. BLA, bi armanca ku pê hatiye damezrandin, gelek caran êrîşê dibe ser hêzên asayîşa Pakistanê.

Welatê Belûcistanê de li herêmê welatê herî feqîre lê ji aliyê dewlemendiya ser axa xwe û bin axa xwe gelek dewlemende.