Li parkê bi kêran êrîsê jinekî kirin
PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li parka Koşûyoliyê bi kêran êrîşê jina ku di meşiya kirin û wê birîndar kirin. Bûyer li dora nîvro çêbû. Li gor ragihandinê; jina bi navê H.A. ku ji xwe re dimeşiya, di dema êrîşê de li der û dora xwe kir hawarû xelkê parkê çû hawara wê. Li ser bûyerê polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.
Jina birîndar birin nexweşxaneyeka taybet û rewşa jinikê başe. Polîs li ser bûyerê 2 kesan xist bin çav.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin