Li PE civîna Rojava: PKKê ji lîsteya terorê derxin û zorê bidin Erdogan

12 December 2019 22:00 0 dîtin
Li PE civîna Rojava: PKKê ji lîsteya terorê derxin û zorê bidin Erdogan

PeyamaKurd – Di rûniştina Parlamena Ewropa (PE) ya Brukselê de, operasyon û êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de hatin nirxandin.

Di rûniştina piştî nîvro ya îro ku Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya jî beşdarî kir de, bi giştî rewşa Rojavayê Kurdistanê û hesabên hêzên navdewletî hat nirxandin.

Bedran Çiya diyar kir ku hêzên navdewletî yên li Sûriyê dixwazin li herêmên ku bandora wan li ser heye parvekirinekê bikin û got, ew dixwazin li derveyî van hesaban îstiqrarê pêk bînin û wan sîstemeke jiyana hevbeş ava kiriye.

Bedran Çiya, behsa têkoşîna dijî DAIŞê kir û da xuyakirin, “Hemû serkeftinên li vê herêmê navnetewî ne. Em dixwazin jêderên fînansekirina terorê ji holê rakin.”

Di civînê de Prof. Dr. Michael Gunter jî li ser vekişîna leşkerên Amerîkayê got ku çiraya kesk ji bo dagirkirina Rojava ji aliyê Tirkiyê ve hatiye pêxistin û da zanîn, Erdogan maweyeke dirêj e li ser kar e û hesabên wî yên şexsî Tirkiyê ber bi felaketê ve dibin.

Gunter herwiha destnîşan kir, ji bo çareseriyek pêk were pêwîste Amerîka PKKê ji nav lîsteya terorê derxe û zorê bide Yekîtiya Ewropayê. Wî herwiha got, ji bo çareserkirina pirsa Kurd jî divê zorê bidin Erdogan ku diyalogê bide destpêkirin.