Li Qersê li navça Sariqamîsê banê otêlekî roxiya: 32 kes birîndar bûn

08 January 2023 00:22 0 dîtin
Li Qersê li navça Sariqamîsê banê otêlekî roxiya: 32 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navça Qersê li Sariqamîşê di çarçoveya bîranîna şehîdên Sariqamîşê de wê li salona otêlê belgefîlma Sariqamîşê nîşanî temaşevanan bidana lê banê otêlê roxiya û bi ser xelkê de ket. Di encamê de 32 kes birîndar bûn. Li ser bûyerê parêzgerê bajarê Qersê Türker Öksüz, li nexweşxana dewletê ya Sariqamîşê birîndaran ziyaret kir û weha got:

“ Jimara birîndaran 32 ye. Di çarçoveya merasina bîraîna şehîdên Sariqamîşê de wê belgefîlmekî temaşe bikirina lê weka hun dizanin banê otêlê roxiya. Xwedê şîfayê bide û derbasbûyî be. Ciyê xemgîniyê ye. Me bi heyecan çalakiyan dikir lê vê bûyera nexweş çêbû. Kes nemiriye û birînên wan xedar nînin.10 hemwelatiyan birin nexweşxanê û yên din bi derfetên xwe çûn nexweşxanê.

Tedawiya 32 kesan dewam dike. Xebatkarên tenduristiyê bê rawestandin dixebitin. Ji bo birîndaran şîfayê dixwazim.”