Li Qosera bi ser Mêrdînê di pevçûnê de 2 kes birîndar bûn

12 August 2023 19:46 0 dîtin
Li Qosera bi ser Mêrdînê di pevçûnê de 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Li navça Qosera bi ser bajarê Mêrdînê, li taxa Tepebaşi li ser kolana Şanlıurfayê seet di 17.00an de di navbera 2 grûban de, di pevçûnê de 2 kes birîndar bûn. Di pevçûnê de bi kêr û daran li hev xistin û sedema pevçûna wan nehat zanîn.

Di pevçûnê de İ.E. û E.E. birîndar bûn. Li ser bûyerê gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Qoserê (Kızıltepe). Hat gotin ku birîna E.E. xedare û jiyana wî di talûkê de ye.