Li Rihayê di encama 2 qezayan de xwendekarekê can da 9 kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Li navçeya Hewengê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê, di encama wergerandina mînîbusa veguhestina xwendekaran de, xwendekarekê can da û şofêr jî di nav de, 5 kes birîndar bûn. Herwiha li navçeya Sêweregê, du otomobîl li hev ketin û di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Li zanyariyan, minîbusa veguhestina xwendekarên lîseyê ku şofêrê wê Mustafa Kara bû, li taxa Gerdek ya ser bi navçeya Hewengê ve wergeriya. Di encama bûyerê de, şofêr û 5 xwendekar birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatine belav kirin 6 kesên birîndar veguhestine Nexweşxaneya Dewletê ya Hewengê, lê xwendekara birîndar Irem Çevik a 15 salî ligel hemû midexaleyan rizgar nebû û can da.
Herwiha hat gotin ku şofêrê minîbusê jî giran birîndar e û bo nexweşxaneyeke li Rihayê hatiye şandin û rewşa xwendekarên birîndar ên din baş in.
Li aliyê din li navçeya Sêweregê jî li ser Riha û Qerejdaxê du otomobîl li hev ketin û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin