Li Rihayê di navbera du komên esîrekê de pevçûn derket: 6 kes mirin
PeyamaKurd - Li Taxa Çeltik a navçeya Sêwregê ya ser bi bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê ve, di navbera endamên eşîra Îzol de pevçûn derket û 6 kes hatin kuştin.
Li gorî zanyariyan, şerê navbera herdu aliyên ji eşîreta Îzol li ser zeviyên çandiniyê bûye û di encama şer de 4 kes hatine kuştin û hinek kes jî birîndar bûne. Li aliyê din otomobîla kesên ku ji şer direviyan jî li ser rê li du kesan da û herduyan canê xwe ji dest dane.
Li nav bexçeyê nexweşxaneyê jî di navbera hardu grûpên eşîra Îzol de alozî derket, lê dema polîsan ber bi esman teqe kirin, ji hev cuda bûn. Li navçeyê tevdîrên ewlekariyê hatine wergirtin.
Piştî bûyerê Qaymeqamê Sêwregê, Mustafa Çiftçiler serdana nexweşxaneyê kir û ragihand ku di şer û pevçûnê de 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin