Li Rihayê fûara pirtûkan ya sêyemîn destpêkir

22 November 2019 23:14 0 dîtin
Li Rihayê fûara pirtûkan ya sêyemîn destpêkir

PeyamaKurd- Fûara pirtûka ya sêyemîn ya ji aliyê şaredariya mezin de tê lidarxistin, li bajarê Rihayê destpêkir. Fûar li Qerekopriyê li Navenda Fûara 11 ê Nîsanê, bi tevlîbûna 250 weşanxane û 200 helbestvan û hozanvanan destpêkir.

Fûar wê heya 1 ê mehê dewam bike, nivîskar wê pirtûkên xwe bo xwendevanan îmze bikin û di gelek mijaran de konferansan bidin. Di destpêka fûarê de şaredarê şaredariya mezin Zeynel Abidin Beyazgül, behsa girîngiya xwendina pirtûkan kir ku divê xelk xwendina pirtûkan bo xwe bike adet.