Li Rihayê qeza: 1 mirî û 3 birîndar
PeyamaKurd – Li ser rêya navbera bajarê Rihayê û bajarê Entabê di km ya 32 em de 2 otomobîl lihev ketin û qeza kirin. Di encamê de kesekî can da û 3 kes birîndar bûn. Di qezayê de her dû ajotvan û kesên di otomobîlan de bûn Abas Türkman, Tarık Yener û Şahin Yavuz birîndar bûn.
Li ser çêbûna qezayê tîmên 112 an yên lezgîn birînbdaran birin nexweşxaneyan lê Abas Türkman can da.
Qeza ji aliyê benzînxaneya li kenarê rê de hat tesbîtkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin