Li Rojava hilbijartin dîsa hatin taloqkirin

06 June 2024 14:07 0 dîtin
Li Rojava hilbijartin dîsa hatin taloqkirin

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhelatê Sûriyeyê (Rojava) ragihand ku hilbijartinên herêmê hatine taloqkirin.

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyeke nivîskî ragiahand ku hilbijartin ji ber "daxwaza partî û hevpeymaniyên siyasî û bi armanca ku hilbijartinên bi temamî bi awayekî demokratîk bên kirin" hatine taloqkirin.

Li gorî biryara nû ya Rêveberiya Xweser, wê hilbijartin di Meha Tebaxê de bêne kirin, lê belê roja hilbijartinan nehate ragihandin

Rêveberiya Xweser beriya niha jî ragihandibû ku wê hilbijartin di 30ê Gulanê de bêne lidarxistin, lê belê paşê hilbijartinan ji bo 11ê Pûşperê taloq kiribû.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê biryar dabû ku  di 11ê Pûşperê de li Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan bêne kirin.

Piştî vê biryarê, Tirkiyeyê hêrişên xwe yên li dijî Rojavayê Kurdistanê zêde kiribûn.

Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî ragihandibû ku “Li herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê mercên hilbijartinan tune ye.”

Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê

Li gorî zanyariyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser, hilbijartin wê li 7 kanton û herêmên Rêveberiya Xweser ên wekî Şehba-Efrîn, Cizîr, Minbic, Ferat, Tebqa, Reqa, Dêrezorê bên lidarxistin.

Di hilbijartinan de wê ji bo 121 navendan hevserokên şaredariyan û endamên Encumena Şaredariyan bêne hilbijartin.

Li Rojavayê Kurdistanê heta niha 2 caran hilbijartin pêk hatine.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan biryar dabû ku 30ê Gulanê hilbijartin werin lidarxistin lê paşê hilbijartin taloqî 11ê Hezîranê kiribûn.

Li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê mafê 3 milyon kesan heye beşdarî dengdanê bibin.

Ji aliyê din ve, ew penaberên ku zêdetirî 5 salan in li Rojavayê Kurdistanê niştecih bûne jî dikarin beşdarî hilbijartinan bibin.