Li Rojavayê Kurdistanê Hikûmeta Sûriye û Rûsya hêzên xwe zêdetir dikin
PeyamaKurd – Li herêmên Rojavayê Kurdistanê, Hikûmeta Sûriye û Rûsya hêzên xwe zêdetir dikin. Rûsya 100 serbaz ji Feyleqa 5em ji parêzgeha Dêrezorê ji bo parêzgeha Hesekê re şand.
Li gor çavkaniyên xwecihî, roja Yekşemê, Rûsya 100 serbaz ji Feyleqa 5em ku girêdayî Rûsyayê ji bo parêzgeha Hesekê veguhestine.
Heman çavkanî diyar dike, mebest ji veguhestina vê hejmarê, zêdekirina hêzên ser bi Rûsya li navçeyên rojhilatê Feratê ye.
Roja 7ê nîsana borî, hêzên Hikûmeta Sûriyê 400 çekdar li gundekî başûrê Qamişlo bi xoleke serbazî amade kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin