Li Rojhilat 3 kesan di dema vemirandina agirê daristanan de can dan
PeyamaKurd - Çend roj in agirekî mezin li daristanên sînorê herdu qezayên Pawe û Ciwanro yên li parêzgeha Kirmaşanê ketiye. Do, li Kîrmaşana Rojhilata Kurdistanê, sê çalakvanên hawirparêz, di dema vemirandina agirê daristanan de can dan.
Hersê çalakvan, di dema vemirandina agirê daristanên qezayên Pawe û Ciwanro yên parêzgeha Kirmaşanê can dan. Yek ji wan çalakvanan, berpirsê Pêwendiyên Rêxistina Jîwa ya Paweyê Muxtar Xendanî ye.
Çalakvana hawirparêz Perestû Xidirî, ji bajarê Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê got, do piştî nîvro komek ji çar kesan pêk dihat ya rêxistina Jîwa, li gel hejmarek çalakvanên din bi mebesta vemirandina agirê navçeya Merexêl û Bozîn û vemirandina agirê daristanan çûne deverê.
Perestû Xidirî diyar kir, “Sê çalakvan di dema hewldana vemirandina agirê daristanan de bi giranî birîndar bûn û pişt re ji ber dijwariya birînan can dan.”
Perestû Xidirî da zanîn, “Nasnameya du kesan diyar e, dudu ji wan Muxtar Xendanî û Bîlal Emînî ye, lê nasnameya çalakvanekî hêj nehatiye zanîn.”
Li gor Qaymeqamê Paweyê, “tenê li navçeya Bozîn û Merexêlê, 500 hektar ji daristanên deverê şewitiye”.
Herwiha li daristanên Serdere ya Pawe û Dirole ya Ciwanro bi dehan hektar ji daristanan şewitîne û agirê li daristana Dirole ya Ciwanro heta niha nehatiye kontrolkirin.
Ji Hikûmetê hewldanek berbiçav bo vemirandina daristanan çênebûye û çalakvanên hawirparêz hewl didin ku agir vemire û daristan hemû neşewitin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin