Li Rojhilata Kurdistanê qeza: 4 mirî û 11 birîndar

05 June 2021 00:10 0 dîtin
Li Rojhilata Kurdistanê qeza: 4 mirî û 11 birîndar

PeyamaKurd – Li Kurdistana Rojhilat li ser rêya navbera bajarê Seqiz û Merîwanê otobusekî wergeriya û di encamê de 4 kes mirin û 11 kes birîndar bûn. Li gor ragihandina beşa lezgîn ya nexweşxana Seqizê; dibe ku jimara candayiyan zêdetir bibe.

Li gor ragihandina hinek agahiyên di ser medya civakî de, kesên di otobusê de rêwîtî dikirin, çiyavanên girêdayê Rêxistina Çiyayê Merîwanê ne.