Li Rojhilatê Kurdistanê 4 ciwanan bi jehrîbûna gazê can da
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Birûcêrd ê Rojhilatê Kurdistanê 4 ciwanan ji ber jehrîbûna bi gazê di maleka xwe de jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî ragihandina Rêveberê Hawarçûnên Pizîşkî li Parêzgeha Loristanê Mehdî Xeybî, her çar ciwanan li maleke taxa Çil Dezge ya bajarê Birûcêrdê ji ber jehrîbûna bi gaza nav malan can dane.
Hat zanîn her 4 ciwanên bi jehrîbûna gazê can dane xizmên hev bûne û navê wan jî; Riza Şahwêrdî, Elî Mulkî, Hemîd Sefer Beyranwend û Mihemed Sefer Beyranwend e.
Termên wan ciwanan îro Sêşemê li Goristana Darulselam a Birûcêrdê hatine veşartin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di 9 mehên dawî de 15 kesan li sînorê wê parêzgehê ji ber jehrîbûna bi gaza siruştî ya nav malan can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin