Li Rojhilatê Kurdistanê efserekî Azerî serbazekî Kurd kust
PeyamaKurd – Li bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê, efserekî Azerî (Tirk) serbazekî Kurd ji ber Kurdbûna wî kuşt.
Kanala telegramî ya bi navê “@NISHTMANIJOAN” (Niştimanî Ciwan) diyar kiriye, serbazekî Kurd bi navê Karo Xefûrî ku li yek ji binkeyên artêşa Îranê li ser sînorê Tirkiye û Îranê li bajarê Xoy serbazî dikir, di1 vê mehêde ji aliyê efserekî Azerî ve hat kuştin.
Li gorî zanyariyan, di navbera wî serbazê Kurd û efserê Tirk de li ser Kurdbûnê şer derketibû û wî efserê Tirk bi tivingê ew serbaz kuştibû.
Ew serbazê Kurd xelkê bajarê Bokan yê Rojhilatê Kurdistanê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin