Li Ruhayê kevirekî ji dema Neolîtîk ku li serê Kerkoviyek hatiye nexsand hate vedîtin
PeyamaKurd - Li Girê Keçelê ku tenê 46 kîlometreyan dûrî parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye, di encama erdkolanê de kevirekî ku li ser teşeyê kerkovîyekîe hatiye xêzkirin hate vedîtin.
Kevirê ku hate vedîtin ku teşeyê kerkoviyekî ku dibeze li serê xêzkirî ye, ji serdema neolîtîk e.
Serokê Tîma Kolandina Girê Keçel Prof. Dr. Necmî Karul di derbarê kevir de got: “Ev kevirê ku hatiye vedîtin, li kêleka kevirê hêrandinê hatiye bicihkirin û nêzîkî 20 santîmetreyan dirêj e.
Gringiya vî kevirî ya taybet ew e ku bi teşeyê bezînê hatiye xêzkirin û li gorî pîvanên kevir hatiye traşkirin û ev jî nîşaneya jêhatîbûna hunermendên wê demê ye. Li Girê Keçel cara yekem e em rastî tiştekî wiha tên.”
Xebatên kolandinê yên li Girê Keçel ên îsal ku di çarçoveya Projeya Girên Kevir de têne kirin, li 10 deveran didome.
Serokê Tîma Kolandinê Prof. Dr. Necmî Karul da zanîn ku dîroka van cihên ku têne kolandin heta 11 hezar salan beriya niha diçe û wiha dom kir:
“Di vê serdemê de ajalên berçav hene. Em wan wekî du beşan dinirxînin. Yekemîn ên bi tirs in û li ser stûnan em dibînin. Komeke din jî teyrik û ajelên herî zêde tên xwarin in ku di serî de pezkovî ne.
Di nav wan ajalan de kerkovî jî hene. Ev ajal jî li derdora mirovan bûne.”
Cara yekemîn di 1997an de, di encama kolandina li gundê Qerqeliyê de kevirên çikandî yên bi teşeyên tîpa “T” hatin dîtin ku dişibiyan ên li Girê Mirazan.
Li gorî lêkolînên dawî li Girê Keçel 250 kevirên çikandî hatine dozîn û dem bi dem berhemên nû têne derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin